Di encama teqeya hêzên leşkerî de kolberekî Kurd hate birîndarkirin

17:50 - 19 Tebax 2020

Roja Sêşemî 28`ê Gelawêjê, kolberekî ciwan ê bi navê “Seidî Mîrzayî” kurê “Reşîd”, temen 24 sal, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê de hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd xelkê gundê “Qalîçe” a ser bi navçeya navendî a Selas a Bawecanî ye û bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe jê hatiye kirin.

“Seidî Mîrzayî” di wî bûyerê de lingê wî ber gulleyê ketiye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.