Di encama teqeya hêzên leşkerî de kolberekî Kurd canê xwe ji dest da

18:18 - 13 Tebax 2020

Roja Pêncşemî 23`ê Gelawêj, kolberekî Kurd yê bi navê “Hadî Xidrî” kurê “Elî” ê temen 22 sal û xelkê gundê “Kerîmava” a ser bi bajarê Baneyê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” a ser bi bajarê Baneyê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi gumana hilgirtina tiştên qaçax teqe ji wî kolberê Kurd kirin.

Termî “Hadî Xidrî” li cihê jidayîkbûna wî bi axê hate spasrtn.

Her di vê derheqê de, roja Înê 10`ê Gelawêj, kolberekî Kurd ê bi navê “Riza Pûrîsmaîl” xelkê gundê “Xizirlû” a ser bi devera navendî a bajarê Çaldiranê, di encama teqeyan hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de canê xwe ji dest da.