Di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên Îranê de tiromibîlek qulibî

21:54 - 2 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Tiromibîla kasbikarekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, di encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, qulibî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 11`ê Cozerdana 1398`an (1`ê Hezîrana 2019`an) tiromibîla kasibkarê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê li sêrêya Pîre Kanî, rastî bosyeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibû, û di encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de, tiromibîla vî diqulibe.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, tiromibîla wî kasibkarê Kurd, barên kasibkarên din hilgirtibû.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, yên li binkeya Sîloyê piştî vê bûyerê, ev kasibkarê Kurd û tiromibîla wî bo vê binkeya leşkerî veguhastine û derheq çarenivîsa navbirî tu zanyariyek ber dest nine.

Di heyama salên derbazbûyî de, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser cadeya Mueslanî a Kurdistana Îranê, rivîngên tiromibîlan bi hincetên hilgiritina tiştên qaçax, dikin armanca gulleyên xwe, û herwisa hin deman jî, gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, kuştina welatiyên Kurd lipey xwe hedibe û di vê navberê de, tu navendeke dadwerî û fermî yên dewletê berpirsiyarê kiriyarên neasayî yên wezîfedarên hikûmetê nabin.