Di encama gullereşandina hêzên leşkerî kolberkî Kurd hate kuştin

17:15 - 19 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Bane, di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an,(18`ê Gulana 2019`an) kolberê Kurd yê bi navê Mihemedresûl Ezîzî kurê Mihemedreşîd, û xelkê gundê Kanîsêyf a girêdaiy bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşekrî yên hikûmeta Îranê canê xwe jidest da.

Ev kolberê Kurd, digel komek ji kolberên din yên Kurd bi bê dana hişdariya pêştir, bûne armanca rasterast ya gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi hincet a veguhastina tiştên qaçax, ev koma kolbberên Kurd dane ber gulleyan.

Ev kolberê Kurd, xwediyê çar zarokane.

Her di vê pêwendiyê de jî, şeva Pêncçemî 26`ê Banemera 1398`an, (16`ê Gulana 2019`an), tiromibîa kasibkarekî din yê Kurd yê bi navê Hisam Muhbî û kurê Mensûr, ku rûnştiyê devera Beharistana jêrê ya girêdaiy bajarê Seqizê, bi sebeba pey ketin û revîn li destê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, tiromibîla vî diqilbe û navbirî demldest canê xwe jidest dide.