Di du bûyerên cuda de 11 kolber bûne qurbanî

17:36 - 8 Adar 2022

Roja Duşemî 16`ê Reşemê, di du bûyerên cuda cuda de, zêdetir ji 10 kolberan bi sedema bûyerên hatin û çûnê, birîndar bûn.

Bûyera yekem li nêzî gundê “Qelaga” bi sedema serlêjbûna maşîna hilgira kolberan 6 kolber birîndar bûn.

Ew kolberane bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatibûne veguhastin.

Herwisa di bûyera duyemê de û li heman rojê, bi sedema lihevdana du maşînên cura xaver û maşîna hilgirê kolberan, li cadeya Ciwanro-Pawe, 5 kolberên din jî birîndar bûn.

Ew kolberane xelkên bajarê Selasa Bavacanî û Ciwanroyê bûn.