Di dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de welatiyek bi 5 sal hepsa te`izîrî hate cezadan

17:53 - 28 Adar 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Şakir Bêhruzî” xelkê Dize a ser bi devera Mirgewer, ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêxlû” ve, bi 5 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.

Taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, “Şakir Bêhruzî” bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ceza daye.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, “Şakir Bêhrûzî”, îro Sêşemî 9`ê Xakelêwe, bi tohmeta “kuştina yek ji endamên Spaha Pasdaran di taya 1 a dadgeha nîzamî a bajarê Urmiyê de, bi serokayetiya dadwer “Berzkar” hatiye dadgehîkirin û tohmeta ku li ser wî de hatiye sepandin heya niha navbirî nekêşandiye stuyê xwe û dadgehîkirina wî bo carek din bo du mehan paşwe xistine.”

Ew welatiyê Kurd, di rêketa 21`ê Reşeme ya sala 1397`an de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û 9 rojan di odeya takekesî a Spaha Elmehdî a bajarê Urmiyê de bûye, û piştre bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, sala 1397`an bibû endamê yek ji Partiyên dijber yên hikûmeta Îranê û di meha Xermanan a wî salî de piştî vergirtina “Emanname” wegeriya bo Îranê.