Di bûyera kar de kedkarekî ciwan canê xwe ji dest da

17:10 - 27 Îlon 2021

Roja Yekşemî 4`ê Rezberê, bi sedema bûyera kar, ciwanekî temen 21 salî yê bi navê “Yeqûb Patînî” xelkê bajarê Mihabadê, canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê ciwan hostakarê armatorbendiyê bûye û bi sedema berbûn ji darbesta bînayek 8 qatî ve, demûdest canê xwe ji dest da bû.

Ew bûyere di taxa “Petu Bafî” yê bajarê Mihabadê de qewimî ye.

Ew kedkare endamê kanûna dîlana kurên Sablax û girûpa dîlana “Hozan” bûye.

Yek ji kesên nêzîk ên wî kedkarê ciwan ragihandiye, ku navbirî bîmeya civakî nebûye, lê ew bînaya ku tê de kar kiriye, bîmeya civakî hebûye.