Di bajarê Tehranê de 7 Parêzer û çalakvanên medenî hatine binçavkirin

18:45 - 15 Tebax 2021

Roja Şemî 23`ê Gelawêjê, 7 Parêzer û çalakvanên medenî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Têhranê hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Nasnameya wan 7 Parêzer û çalakvanên medenî “Mistef Nîlî”, “Areş Keyxusrevî”, “Mihemedriza Feqîhî”, “Mehdî Mehmûdiyan”, “Mihemedhadî Irfanyan kasib”, “Meryem Efraferaz” û “Leyla Heyderî” hatine ragihandin.

Nûçehihaniya “HRANA”yê  li wê derheqê de belavkiriye ku di dema binçavkirina wan 7 Parêzer û çalakvanên medenî de hêzên ewlehî hindek ji keresteyên wan ên kesîn wekî mobayl zewt kirine.

Pêka gotina wê çavkaniyê, “Mihemedhadî Irfaniyan kasib”, piştî çend demjêmiran li binçavkirina vî hatiye azadkirin.

Binçavkirina xoseraneya wan 7 parêzer û çalakvanên medenî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî bûye û heya niha rohn nebûye ku çi navendeke ewlehî berpirsê wan binçavkirinan bûye. 

“Areş Keyxuesrewî”, “Mistefa Nîlî”, “Mihemedriza Feqîhî”, “Mihemedhadî Îrfaniyan kasib” û “Leyla Heyderî” parêzerê dadgusterî û “Mehdî Mehmûdiyan” “Rojnamevan” û “Meryem Efraferaz” çalakvana medenî ye.