Di bajarê Sine de du hevwelatiyên Kurd hatine desteserkirin

20:44 - 19 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê êrîşî ser gundekê di bajarê Sine de kirine û du hevwelatiyên Kurd yên wî gundî desteser kirine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 26`ê Beframbarê (16`ê Kanûna Paşîn), hêzên îtila`atê êrîşî ser gundê “Nêgil” a girêdayî bajarê Sine kirine û du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Îdrîs Mihemedî û Awat Kerîmî” desteserkirine, û ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Hêzên îtila`atê piştî êrîşkirina bo ser mala wan du hevwelatiyên Kurd, bi bê radestkirina destûra dadgehê , û herwisa bi bê sebebeke zelal ev desteserkirine.

Ev du hevwelatiyên Kurd di heyama salên borî de, roleke berçav di warê jingehparêziya gundê “Nêgil” de hebûne.

Heya belavbûna vê nûçeyê, tu zanyariyek derheq çarenivîsa wan du hevwelatiyên Kurd ber dest nîne.

Wêne: Awat Kerîmî û Îdrîş Mihemedî