Di bajarê Pîranşehrê de 44 kadrên dermanî bi Koronayê ketine

17:37 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2020

Berêveberê Torên Tendirustê û Derman a bajarê Pîranşehrê, bas ji tûşbûna 44 kadrên dermanî yên nexweşxaneyên wî bajarî bi vîrûsa Koronayê kir.

“Mihemed Kasyanzade” di vê derheqê de ragihand: “Kadrên dermanî yên bajarê Pîranşehrê di heyama wan 5 mehan de mandî ne û her di vê derheqê de, 44 kes ji wan tûşî vîrûsa Koronayê bûne.”

Wî berpirsê tendirustiyê herwisa ragihand: “Di heyama çend heftiyên derbasbûyî de, karê hasil û çandiniyê dawî pê tê û xelkekî zêde yên gundan rû li bajar dikin û li egera berçav negirtina yasayên xweparastinê, xelkeke zêde dê tûşê vîrûsa Koronayê bin.