Di bajarê Miyandûavê de jineke Kurd agir berda cendekê xwe

21:37 - 27 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiya Kurd ya xelkê gundê “Serçinar” a girêdayî bajarê Mehabadê, ku di bajarê Miyandûavê de akincîbû, agir berda cendekê xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 5`ê Sermawezê (27`ê Çiriya Paşîn) jina Kurd ya bi navê Ferzane Pakarî, ku di gundê Sewz a girêdayî bajarê Miyandûavê de akincîbû , bi sedema pirsgirêkên malbatî agir berda xwe.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev jina Kurd, bo çareseriyên pîzişkî, bo nexwexaneya bajarê Tevrêzê veguhastine û %90 ji cenekê wê şevtiye.

Herwisa vê çavkaniya agehdar ev yeka jî zêde kiriye ku: Pîzişkên nexweşxaneyê, rewşa şevata wê jina Kurd kûr û xirab ragehandine.

Her di vê pêwendiyê de jî, civaknas dibêjin ku, Xwekûjî diyardeyeke veşartiye, û hekî navendên amaran di vê derbarê de, amaran belavbikin, lê ev qas zelal nabin.

Li gorî gotina van civaknasan, yek ji sedemên zelalnebûna amarên bi wî rengî evin ku, malbatên kûştiyan hewl didin da ku, sedema xwekûjiyan, mirinên asayî rabigehînin.

Perwîn Zebîhî, karnasa mijarên jinan, di bajarê Îlamê de derheq xweşevtandinê dewiha dibêje ku:“Girîngtirîn sedemên xweşevtandina jinan di Kurdistanê de , hejarî, û tunditîjî û pareman çandî, û mû`itadî daye zanîn.

Heya niha tu amareke fermî derheq hejamra jinên ku agir berdidne xwe di Îran û Kurdistanê de, nehatine veşandin.