Di bajarê Mihabadê de 9 welatî bo navendên ewlehî hatine gazîkirin

17:16 - 6 Nîsan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, 9 welatiyên Kurd ên bi navên “Vahid Sofî, Cemal Elewî, Ako Ehmedî, Rehîm Ehmedî, Nasir Rûzxûn, Luqman Şenge, Weysî Qadirî, Emîr Sultanî û Metîn Xûle”, xelkê bajarê Mihabadê, bo navendên ewlehî yên wî bajarî hatine gazîkirin û lêpirsîn ji wan hatiye kirin.

Ew 9 welatiyane ji rêya peywendiya telefonî ve û bi sedema beşdarîkirina wan li rêûresma Newrozê, bo Îtila`ata Spaha Pasdaran û îdareya Îtila`ata bajarê Mihabadê hatine gazîkirin.

Ew welatiyane piştî çend demjimêr ji lêpirsînê û bi vergirtina soza nivîskî, hatine azadkirin.

Di wê derheqê de, roja Çarşemî 10`ê Xakelêweyê, 7 welatiyên Kurd ên bi navên “Reza Îslamdust, Umîd Îslamdust, Saman Resûlzade, Sen`an Resûlzade, Diyako Mihemedgewrî, Hadî Hesenzade û Eşkan Şikak ” xelkê “Nelos” ê girêdayê bajarê Şinoyê, bo îdareya Îtila`at a bajarê Şinoyê hatine gazîkirin û lêpirsîn ji wan hatine kirin.