Di bajarê Îlamê de çar kes hatine kuştin û birîndarkirin

Îro Sêşemî 8 Rezberê, bi sedema pirsgirêkên malbatî di gundê “Çawiq Masî” a ser bi bexşa Cizman ya ser bi bajarê “Hilîlan” a girêdayê parêzgahê Îlamê welatiyekê, dayîk û birayê xwe kuşt û herwisa du kesên din jî birîndar kirin.

Çavkaniyên xwecihî yên parêzgaha Îlamê di vê derheqê de belav kirine ku ew bûyere li ser pirsgirêkên erd û zevî qewimiye û welatiyek bi çeka “Cift” dayîk û birayê xwe kuştî ye, herwisa du kesên din jî birîndar kiriye.