Di bajarê Baneyê de 5 çalakvanên Kurd hatine binçavkirin

18:30 - 27 Nîsan 2022

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê, 5 çalakvanên Kurd ên bi navên “Hesen Êzzetî, Niştîman Rehmetî, Se`îd Mihemedî, Pervîn Ebdullahpûr û Umer Silêmanî” xelkên bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, li bereberê roja cîhanî ya kedkaran, hêzên ewlehî li sibêdeha roja Sêşemî 6`ê Banemerê, êrîş kirine ser mala wan 5 çalakvanên Kurd û bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew binçav kirin.

Wê çavkaniya agehdar got: “Binçavkirina wan 5 welatiyan bi tundûtîjiyê bûye û hin ji keresteyên kesîn ên wan wekî telefon, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine zevtkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Niştîman Rehmetî” hevjîna “Se`îd Mihemedî” ye û piştî çend demjimêran lêpirsînê hatiye azadkirin. 

Wê çavkaniya agehdar di berdewamiya gotinên xwe de ragihand: “Hesen Êzzetî berpirsê sendîkaya kedkarên bajarê Baneyê ye, çalakvanê medenî û hevjîna Hesen Êzzetî Pervîn Ebdullahpûr, çalakvanê kedkar û girtiyê siyasî yê berê ê temen 58 salî Umer Silêmanî, çalakvanê kedkar û girtiyê siyasî yê berê Se`îd Mihemedî temen 43 salî, bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî ya bajarê Sineyê hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.