Di bajararên Urmiyê û Baneyê de 3 Kolberên kurd hatine binçavkirin

13:11 - 27 Hezîran 2020

Roja Duşemî, “2ê Pûşperê” (22ê Hezîran), Kolberekî kurd ê bi navê “Erselan Natoş” di devera sersînor a “Cêrmê” a girêdayê devera “Tirgewer”ê de, rastî gulereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibû û piştî birîndarbûnê ji aliyê wan hêzan ve hatibû bançavkirin û bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.

Ew Kolberê Kurd, xelkê gundê “Zengiln” a ser bi “Tirgewer” e ku pêyê wî bi sedema gullereşandina hêzên hikûmetê, bi dijwarî birîndar bibû û di dermanxaneya girtîgeha Urmiyê de hatiye razandin.

Herwisa Kolberekî din yê Kurd bi navê “Qabîl Mercanî Rad”, xelkê gundê “Elî” a ser bi devera “Mirgewer”, di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Urmiyê, ku di encama teqîna mînê de, pêyeke xwe ji dest dabû û her li wir hatibû binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ji aliyeke dinê ve jî, roja Duşemî, “2ê Pûşperê” (22ê Hezîran), kolberekî ciwan ê bi navê “Seyîd Mîlad Muetter” ê xelkê bajarê “Seqiz”ê, di bilindahiyên ser sînor a “Hengejal”ê de, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha bajarê “Bane”yê hatibû veguhastin.

Ew 3 kolberên Kurd bi “derbasbûna neyasayî ya sînor” hatine tawanbarkirin.