Di 7 mehên derbasbuyî de 400 kedkar rastî bûyerên kar hatine

15:56 - 19 Çirriya paşîn 2020

Bi sedema bûyera kar li parêzgeha Kirmaşanê, li 7 mehên îsal de, 392 kedkar li wê parêzgehê bûne qurbaniyên bûyera kar.

Birêveberê Pizîşkî yê Yasayiya parêzgeha Kirmaşanê ragihandiye, di 7 mehên îsal de, 23 kedkar li wê parêzgehê bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest dane.

Selîm Xanî, bi beravirdkirina canjidesdana kedkaran pêka sala derbasbûyî ya 1398an a Rojî ragihand: “Sala derbasbûyî bi sedema bûyera kar 19 kedkaran canê xwe ji dest dabûn ku pêka îsal %4 zêde bûye.

Pêka gotina wî berpêrsê, di heyama wan 7 mehan de serhev 392 kedkar li parêzgeha Kirmaşanê tûşê bûyera kar hatine.