Di 6 mehên yekem yên sala 1399`an a Rojî di Kurdistana Îranê de 252 kes hatine binçavkirin

17:22 - 24 Îlon 2020

Pêka amarên tomarkirî di Navenda Amar a Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”ê, di heyamên wan 6 mehên yakem yên sala 1399an de, 252 welatî di Kurdistana Îranê de hatine binçavkirin.

226 kes ji wan welatiyên binçavkirî di wî heyamî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin

26 kes bo derbaskirina heyamê hepsa xwe hatine binçavkirin û veguhastine girtîgehê.

Cudakirina amara jêrî bas ji 226 binçavkirinan li heyamê 6 mehên yekem di sala 1399an de dike.

Sedem û awayê binçavkirina welatiyan:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve: 195 kes

Binçavkirin ji aliyê hêzên leşkerî ve: 26 kes

Binçavkirin ji aliyê hêzên kincşexsî ve: 1 kes

Nerohniya qeder û cihê ragirtina binçavkiriyan: 194 kes

Vekolîna malên welatiyan: 27 car

Êrîş û têkdana nav mal û xaniyên welatiyan: 46 car

Zevtkirina emrazên kesîn yên welatiyan: 16 car

Lêdan, azardan û îşkenceya welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve: 9 kes

Birîndarbûna welatiyan di dema binçavkirina wan de: 3 kes

Tohmetlêdan û sepandin li ser welatiyan di heyamê binçavkirinê de

Hevkarî digel Partiyên Kurdî: 31 kes

Kolberî û şikandina sînor: 8 kes

Çalakvanên Olî: 8 kes

Rexnegirtin ji Komara Îslamî û berpirsên hikûmetî: 7 kes

Çalakiyên Partiyên Kurdan di gundan de: 4 kes

Hilgirtina alaya Kurdistanê: 3 kes

Beşdarî di rêûresma biaxspartina qurbaniyên meha Xezelwerê: 2 kes

Tohmetên ewlehiyê: 1 kes

Belavkirina nûçeyên pêwendîdar belavbûna vîrûsa Koronayê: 1 kes

Hevkarîkirin digel hepsiyên revî yên girtîgeha Seqizê: 1 kes

Rêgirî ji birêveçûna rêûresma canjidestdana jîngeparêzan: 1 kes

Beşdarbûn di rêûresma canjidestdana jingeparêzan: 2 kes

Bêrêzî bi behayan: 1 kes

Banghêjî bo kombûna nerizayetî di torên civakî de: 1 kes

Rexne ji rewşa xirab a aborî û hukmê îdamkirina 3 ciwanên nerazî: 1 kes

Şerê devkî derheq pirsa tevgera Kurdistanê digel yek ji berpirsên padigan: 1 kes

Guherîna Ol: 2 kes

Kasibkar li ser sînoran: 3 kes

Pişikdarî di kombûnên nerizayetî di beramber balyozxaneya Azerbaycanê de: 2 kes

Aliyê Çalakiya hejmarek ji wan kesane hatiye rohnkirin:

Çalakvanên olî yên Sunî mezheban: 16 kes

Çalakvanên medenî: 13 kes

Kolber: 8 kes

Çalakvanên jîngeparêzî: 4 kes

Çalakvanên torên civakî: 4 kes

Rojnamevan: 4 kes

Lêkoler û nivîser: 3 kes

Parêzer: 3 kes

Endamê Mekteb Quran: 3 kes

Serbaz: 3 kes

Endamên şwraya gundan: 3 kes

Kasibkar: 3 kes

Çiyager: 2 kes

Guherîna Ol: 2 kes

Werzişvan: 1 kes

Hunermendî û Jenyarî: 1 kes

Çalakvanê mafê mirovan: 1 kes

Endamê Bereya Yekgirtiya Kurd: 1 kes

Hunermend: 1 kes

Nûçegihanê deng û rengê komara Îslamî: 1 kes

Navenda Amar ya Saziya Ajansa Mafê Mirov a “Kurdpa”

Amadekarî ji aliyê: Evîn Mistefazade