Di 5 mehên destpêka îsal de 730 kes bi sedema jehrawîbûn di Îranê de canê xwe ji dest dane

16:54 - 26 Çirriya pêşîn 2020

Rêveberê Saziya “Xorak û Derman”ê bi îşarekirin bi canjidestdana welatiyan bi sedema jehrawîbûn bi xwarina dermanan di Îranê de li heyama 8 salan ragehandiye: “Nêzî %80 ew core haletên jehrawîbûnê bi zanebûn û bi mebesta xwekujiyê bûye”.

Nûçegehaniya “Îsna”yê pêka gotina “Yesna Bêhmenêş” belav kiriye, di navbera corên jehrawîbûn di Îranê de, jehrawîbûn bi dermanan zêdetirîn halete heye.

Pêka gotinê wê berpirsa tendiristiyê, di heyama yeksal û nîv a derbasbûyî 2 hezar û 331 kes bi sedema jehrawîbûn û bi sedema xwarina dermanan canê xwe ji dest dane.

Bi gelemperî ew 2 hezar û 331 kese, 1 hezar û 601 kesan di sal 1398an û 730 kes li 5 mehên destpêka îsal, bi sedema jehrawîbûnê canê xwe ji dest dane.

 Herwisa wê karnasa tendirustiyê îşare bi vê yekê kiriye ku di navbera wan dermanên ku hevwelatiyan pê canê xwe ji dest dane, “Tiramadol” zêdetirîn pişk  hebûye ku hevwelatiyan bi wê sedemê canê xwe ji dest dane. Di sala 1398an de 296 kes bi sedema xwarina hebên “Tiramadol”ê canê xwe ji dest dane û herwisa di 5 mehên destpêka îsal de 89 kesan bi derziyên azarşken canê xwe ji dest dane.