Di 3 bûyerên cuda yên trafikê de li RojhilatêKurdistanê 31 kes bûne qurbanî

17:51 - 9 Hezîran 2021

Roja Sêşemî 18`ê Cozerdan, bi sedema li hevdana sê maşînên cora “tunder”, “mînîbus” û “pêjopars” li rêya sereke ya bajarê Merîwanê, li sînorê Başmax, cotyarekî canê xwe ji dest da û 23 kes jî birîndarbûn.

Nasnameya wî cotyarî ku canê xwe ji dest daye bi navê “Mehmûd Parsî” û temen 70 salî, hatiye ragihandin.

Ji aliyekî din ve û li heman rojê, li bûyera hatûçûnê di cadeya Nexede-Pîranşehrê de, nêzî gundê “Qarnê” sê kes ji rêvîngên maşîna“Pirayd”ê bûne qurbanî û li nav agir de şewitîn.

Çavkaniyên xwecihî belavkirine ku ew sê kes ji endamên malbatekê bûne û heya niha bi sedema zêdehiya rêjeya şewitîna wan, nasnameya wan nehatiye xuyakirin.

Her di wê derheqê de, li rêya Rewanser-Paweyê de, li nêzî gundê “Şiwankare” bi sedema li hevdana du maşînên cura “Pirayd”ê welatiyekî canê xwe ji dest da û sê kesên din jî birîndarbûn.

Li gor karnasan, nestandardbûna rêyan û berçav negirtina yasayên trafîkê ji sedemên sereke yên bûyerên trafîkê têne hejmar.