dezgeha Ferheng û Irşada Ormî, moleta xebata gurpik tiatr ya Kurdî pûç kir

16:52 - 3 Kanûna Paşîn 2014
ajansa Kurdpa: gurûpa tiatra Sinûr li şarê Ormî, ji liyê dezgeha Ferheng(Çand) û Irşada vî şarî moleta xebitîna wan rakir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, dezgeha Ferheng û Irşada Ormî, bi birê birên gurûpa tiatra Sinûr ragihandine, li rewşik de dikarin xebatên xwe bimeşînin ku bi tinê bi zimanê Farsî tiatr bê şanî dan.

Daxistina gurûpa tiatra Sinûr li demik deye ku ew gurûp mideyê 1 sale ku derfeta xebitînê ji dezgeha Ferheng û Irşada Ormiyê wergirtine û li wî mideyî de komik xebatên tiatr li şarê Ormiyê bi rê birine.

Gurûpa tiatra Sinûr bi berpirsatiya Mohemmed Ebbasî, nêzî 20 endamên tiatrîst heye û nîwa endamên vê gurûpê ji jin û keçên Kurd yên tiatrîst ji xelkê şarê Ormî hatibû ku bi biryara dezgeha Ferheng û Irşada Ormî, moleta xebitina wan hatiye pûç kirinê.