Dezgeha ewlehiya Ormiyê, xebatkarik xwendekariyê tev birayê wî yê weblog nivîs girtin

14:22 - 10 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: 2 xebatkarên xwendekar û weblog nivîs ji xelkê Ormî, tev bandor û girtin ji aliyê hêzên asayişê rûberû bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, xebatkarik xwendekar bi navê Mecîd Tîbaş, ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya Ormî, hate girtin.

Ev welatiyê Kurd li sala borî de gorekî fermana parastina zanîngeha Ormî, bi hegera hindê ku ser desktapa laptopa xwe alaya Kurdistanê danî bû û ev li konfiransik zanistî de ser projektorê şanî dabû, ji xwendinê bêpar kiribûn.

Mecîd Tîbaş, ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya Ormiyê hate girtin.

\"17755.jpg\"
Mecîd Tîbaş, ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya Ormî, hate girtin
Serekaniyik agadar bi raportêrê Kurdpa ragihand; wezareta ewlehiyê bi Mecîd Tîbaş ragihandibû ku dema wegerîn bi welat, dikare xwendekariya xwe bidomîne, lê dema wegerandin bi welat, ji aliyê hêzên asayişê hate girtin.

Ev ku xwendekarê terma 5a karnasiya zanîngeha êlmî-karbrdî(zanistî-kagêrî) li Ormiyê de bûye, midê 7 rojane ku li dezgeha ewlehiya Ormiyê de li hewsê deye.

Her wisa Ezîz Tîbaş, weblog nivîsê Kurd, birayê Mecîd Tîbaş jî li 12ê heyva Dêya îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê bi maine girtina ser “ revîn ji serbaziyê” hate girtin.

Hatiye gotin, Ezîz tîbaş ku ber derê mala xwe hatiye girtinê, bi girtîgeha sêntrala Ormiyê hatiye raguhastin û niha li girtîgeha Derya deye.