Dezgeha berhemanîn a berfeşîran karkereke jin kuşt

14:38 - 2 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa:Di berdewamiya mirina karkeran a bi sedema bûyerên karkirinê li Rojhilatê Kurdistanê de, karkereke 30 salî li Sine jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çarşemiya borî 29`ê nîsana 2015`an, Şehîn Ehmedî Bigcan dema karkirina di karxaneyeke çêkirina berfeşîr (bestenî) an de, tûşî bûyera karkirinê bû û jiyana xwe winda kir.

Şêweya pêkhatina bûyera kar ku mirina karkera bi navê Şehîn Ehmedî Bigcan bi pey xwe hîşt, bi wî awayî hatiye ragihandin: Destpêkê destê wê karkerê di nava dezgeha berhemanîna berfeşîran de asê dimîne, ew çi qas hewila xwe dide destê wê dernayê; bi dûre dezgeh laşê jina karker bi tevahî dikişîne hundrê xwe û di encamê de ew dimir e.

Gorî raporta “Îlna” li ser wê bûyerê, salên borî jî li wê karxaneya çêkirina berfeşîran ku niha 35 kedkar ên bi piranî jin tê de kar dikin, mirina karkeran pêkhatibû.

Sala derbasbûyî 265 bûyerên kar li parêzgeha Kurdistan (Sine) qewimîbûn ku 10 ji wan haletan bi mirina karkeran re elaqedar dibûn.

Herwiha salane zêdeyî hezar û 400 kesî li welatê Îranê bi dsedema bûyerên karkirinê jiyana xwe ji dest didin.