Dêwolan: Suhêyla Mutaî bi girtîgehê hate cezadan

11:51 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Suhêyla Mutaî, welatiya Kurd ya xelka bajarê Dêwolanê, ji aliyê taya du ya dadgeha kêyferî ya vî bajarî ve bi girtîgehê hat cezadan.

Pêka cezaya hatî birîn, Mutaî bi tohmeta “çêkirina aloziyan di nav nizima giştî de” bi 15 meh girtîgeha teizîrî, û “alozkirina hizra giştî ji rêya belavkirina belavokên vala” bi 13 meh girtîgeha te`izîrî” û  herwisa “şer li dijî meimûrên hikûmetê”, bi 5 meh girtîgeha teizîrî û “piropagende li berjewendiyên girûp û saziyên li dijî nizamê” bi 9 meh girtîgeha teizîrî hatiye cezadan.

Pêka yasaya çendîn cezayan, cezaya 18 meh girtîgeh bo wê welatiya Kurd şiyana birêveçûnê heye. Suhêyla Mutaî di dadgeheke çend xulekî de bi şêweza vîdyo konferansê hatiye dadgehîkirin.

Roja Şemî 21ê Xezelwera 1401an, Suhêyla Mutaî dubare ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina dewrên lêpirsînê bo Navenda Çaksazî û Perwerdehî ya Sine hatibû veguhastin.

Ew welatiya Kurd 9ê Rezberê jî, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hatibû binîçavkirin û 25ê Rezberê bi danîna barmteyê hatibû azadkirin.