Dêwolan; Şadiman Ehmedî di bin îşkenceya hêzên ewlehî de canê xwe ji dest da

13:37 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Roja Pêncşemî 17ê Sermawezê, Şadiman Ehmedî yê xelkê bajarê Dêwolanê di bin îşkenceya hêzên ewlehî de canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîşê ser mala Şadiman Ehmedî kirine û navbirî bi tohmeta beşdarêkirin di xwenîşandanan de binçav kirine.

Wê çavkaniya agehdar daye zanîn, di berdewamiyê de daye zanîn, ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bi kelanteriya Dêwolanê ya meydana Saetê re hatiye veguhastin û piştî çend demjimêr girtin, malbata navbirî agehdar bûne ku kurê wan di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Hêzên ewlehî malbata Şadiman Ehmedî xistine bin givaşan da ku termê navbir di şevê de û bi bê amadebûna xelkê bi axê bispêrin.