Dewleta Îranê Pêşiyê ji birêveçûna cêjna Newrozê digire

14:49 - 17 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li demekê de ku xelkê Kurdistanê xwe jibo birêvebirina rêûresmên cêjna newrozê amade dikin,hêzên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê astengan bo welatiyan çêdikin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, li bereberê sere sale û birêveçûna rêûresmên Newrozê, piraniya bajar û gundên bajarê Merîwanê bi hêzên Sipaha Pasdaran û Întizamî hatine militarize kirin û li ser rêvebirina cêjna Newrozê ,gefa zîndanînê kirinê ji welatiyan tê kirin.

çavknaiyên haydar li herêmê bi ajansa kurdpa ragehandin: Hêzên Îttlatî û Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê, parçeyên kincên Kurdî dayne Derzîyan(Xeyatan) ku kincên Kurdî jibo wan amade bikin, ku li dema rêvebirina cêjna newrozê de biçine nav rêûresman û welatiyan şinasayî bikin. Ev karê dewletê li demekê deye ku ciwanên bajarê Merîwanê xwe jibo hilkirina agirê Newrozê û rêvebirina rêûresmên Newrozê amade kirine.

her div ê pêywendiyê de rûniştiyên gundê “Şînava” a bajarê Pîranşehrê xwe jibo hilkirina agirê Newrozê li nêzîk xwendingeha Şewitî amade kiribûn,lê hêzên rejîmê ev haydar kirine ku nabe rêûresmê birêve bibin.

ji aliyek din li piraniya herêmên Kurdistana Îranê, xelkê gundan jibo navendên ewlehiyê gazî kirine û bi wan hatiye ragehandin ku dive xwe li hilkirina agirê Newrozê biparêzin.

welatiyên Kurdistanê li ser vê baveriyêne ku dewlet hemû hêzên xwe xistine kar ku Îznê nedin Kurd agirê Newrozê hil nekin.