Dewleta Îranê îzna çareseriya pizişkî bi girtiyek siyasî yê Kurd nade

20:40 - 18 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarên girtîgeha Navendî ya bajarê Mihabadê îzna şandina girtiyek siyasî yê Kurd ku pêdivî bi çareseriya pizişkî li derveyî zindanê heye naden.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, girtiyek siyasî yê Kurd binavê “Celal Nasirî” ku li girtîgeha navendî ya bajarê Mihabadê hatiye hepis kirin, ji aliyê berpirsyarên vê girtîgehê rêgirî ji çûna vî bo çareseriya pizişkî bo derveyî zîndanê tê kirin.

Çavkaniyek haydar dinava zîndan navendî ya bajarê Mihabadê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Çavên Celal Nasirî tûşî kêmdîtinê bûne û heya niha jî berpirsyarên girtîgehê daxwaz kirine ku jibo çareseriyê bo derveyî zîndanê bihê şandin, lê her tim tevî dijberiya berpirsyarên zîndanê rûbirû bûne.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir,piraniya girtiyên siyasî yên girtîgeha Mihabadê seva xirabûn û nesitandard bûna xwarinê dinava girtîgehê de tûşî nexweşiyên cûr bi cûr bûne.

Berê jî Îdareya Îttlat ya bajarê Mihabadê rêgirî li pişikdariya “Celal Nasirî” li taqîkariyên pêş zanîngehê de kiribû.

Celal Nasirî di meha Adara sala 2010’an li gel birayê xwe yê binavê Cemal Nasirî li mala xwe de li bajarê Bokanê hatin girtin û berwar 4’ê Hezîrana 2012’an bi danîna barimteya 70’ê Milyon tûmenî bi awayek demkî hatin azad kirin.

Dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Urmiyê bi 4 salan Zîndanê hate mehkûm kirin û navbirî heyamê 23’ê mehane li zîndana bajarê Mihabadê de hatiye ragirtin.