Dêwlan; Welatiyekî nerazî bi teqeya hêzên ewlehî, canê xwe ji dest da

13:32 - 20 Îlon 2022

Êwareya roja Duşemî 28ê Xermananê, yek ji neraziyên qetla hikûmetî ya “Jîna Emînî” yê bi navê “Riza Lotfî” bi sedema teqeya hêzên ewlehî li bajarê Dêwlanê hat kuştin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, welatiyên xelkê Dêwlanê li derheq qetla hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê nerizayetiya xwe nîşan dan û rijiyana li ser şeqaman ku bi destêverdana hêzên ewlehî û hêzên dije şoreş, tunditîjî kevte wê kombûnê û şer û pevçûn di navbera welatiyan û hêzên hikûmetî de qewimî.

Çend welatiyên din bi sedema teqeya hêzên ewlehî di wan kombûnên nerizayetiyê de birîndar bûn.

Roja Duşemî 28ê Xermananê, dukandar û kasibkarê bajarên Kurdistanê, piştî banghêjiya hêzên siyasî û rêkxiravên medenî, li derheq kuştina “Jîna Emînî” mangirtin û dukanên xwe bo nîşandana nerizayetiyê daxistin.

Roja Înê 25ê Xermananê, Jîna(Mehsa) Emînî ku di encama lêdan, azardan û îşkencekirinê de ji aliyê geşta îrşad ve hişyariya xwe jidest dabû, di nexweşxaneya “Kesra” ya bajarê Tehranê de canê xwe jidestda û roja Şemî 26ê Xermananê, bi amadebûna berfireh a xelkê li goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê bi axê hat spartin.