Dêwlan: Qedera sê çalakvanên medenî li girtîgeha Sine nediyar e

17:37 - 26 Çirriya paşîn 2022

Sîros Ebasî, Azad Ebasî û Mehdî Cewanmerdî sê çalakvanên medenî yên xelkê bajarê Dêwlanê ne, qedera wan nediyar e.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ev sê çalakvanên medenî di heyama binçavkirinê de, ji destpêra gihîştin bi parêzer jî bê par in.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye, heta niha dadgehê azadiya demkî ya wan sê çalakvanên medenî nepejrandiye.

Wê çavkaniya agehdar ev yek jî zêde kiriye ku, li derheq tohmetên ku li dijî wan sê çalakvanên medenî hatine sepandin ti zanyariyek berdest nine.

Sîros Ebasî û Azad Ebasî roja Çarşemî 30`ê Xermananê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina lêkolînê ji girtîgeha îdareya Ewlehî ya Sine bo girtîgeha wî bajarî hatiye veguhastin.

Herwisa roja Duşemî 4`ê Rezberê, Mehdî Cewanmedrî jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina heyama lêkolînê bo girtîgeha Sine hatiye veguhastin.

Wêne ji aliyê rastê bo çepê: Mehdî Cewanmerdî, Sîros Ebasî û Azad Ebasî.