Desteserkiriyên nerazî têne azar û îşkencekirin

18:12 - 25 Çirriya paşîn 2019

Ajansa kurdpa: Desteserkiriyên kombûna nerazî yên wê dawiyê li bajarên Kurdistanê, bo vergirtina îtirafa bi zorî, têne azar û eşkencekirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, desteserkiriyên kombûna nerazî yên wê dawiyê li bajarên Kurdistanê, bo binke û girtîngehên Spaha Pastaran û girtîngehên Wezareta îtila`atê hatine veguhastin û lêkolîneve digel wan tê kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê, bo wê ku hindik li welatiyên nerazî wekî sebebkarên na`emniya civatgehê bi bîr û ramanên giştî bide naskirin, evan neçar dike bi vergirtin îtirafa bi zorî, azar û eşkence kirin.

Pêka gotina çavkaniya agedar, hêzên îtila`atê 10 kes li welatiyên nerazî yên xelkê bajarê Bokanê wekî birêveberên sereke yên neraziyan di wî bajarî de nasandine, û niha jî di girtîngeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê de ne.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, “Ebdulah Wetendûst” yek ji neraziyê bajarê Merîvanê ye ku, di kombûna neraziyên wî bajarî de, hatiye birîndarkirin, û bi bê dermana pizîşkî ji aliyên hêzên îtila`atê ve bo girtîngehê hatiye veguhastin, û li rewşa giştî ya navbirî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Herwisa wê çavkaniyê daye xûyakirin: Li meşa kombûna neraziyên bajarê Merîvanê, yek ji welatiyên nerazî bi navê “Aras Rohî” û xelkê gundê “Esrawa” ya ser bi wî bajarî hatiye desteserkirin û li qeder û cihê mana wî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Ji aliyek din, nasnama 5 welatiyên nerazî yên din li kombûna neraziyên bajarê Sine yên bi navên: “Ferzîn Mewlûdî” temen 19 salî, “Şaram Wekîlî”, “Zanyar Gelênî”, “Arman Vefayî” û “Kawe Rezayî”, bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hatiye eşkerekirin.

Li qeder û cihê mana wan 5 welatiyên Kurd, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.