Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

20:39 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`at a girêdayî bajarê Pawe, welatiyek Kurd desteser kirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 9`ê Pûşperê, hêzên îtila`atê, êrîşê ser mala welatiyek Kurd di bajarê Nodşê de kirin û navbirî desteser kirin.

Nasnameya wî welatiyê Kurd, bi navê “Elî Mehmûdî” temen 60 salî ragihandine.

Bi gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd, bi bê hebûna destûra yasayî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin.

Heya weşana vê nûçê, çi zaniyariyek derheq wî welatiyê Kurd ji ber dest nîne.

Ji aliyek din ve, li heyama çend rojên derbasbûyî, endamê malbatên “Partiyên Kurd ên Opozîsiyon ên hikûmeta Îranê” li gundên “Nê û Serdoş”, ji aliyê îtila`ata Sipaha Pasdarên a bajarê Merîwanê ve hatine gazîkirin û lêkolîn ji wan hatiye kirin.

Hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran, givaş xistine li ser wan malbatane ku zarokên xwe ji bo Îranê vegerîn in.