Destekkirina zindaniyên siyasî ji vexwendina mamostayan bo grevê

13:17 - 1 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Zindaniyên siyasî ên zindana Recayîşehr a Kerecê, ji xwepêşandana ku biryar e îro 1’ê gulanê ji aliyê momostayên sernaser Îranê ve birê ve here, destek kirin.

Di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye: Her roj nakokiyên navbera çînên cihêm reng li civakê ber bi zê de bûnê ve diçin ku tenê rêya rizgar bûn ji wan arîşeyên wek; hejarî, bêkarî, fesad û gendeliya hemû aliyane ya hikûmetê û civakê, lidarxistina xwepêşandanên sivîlane û demokratîk e.

Gor vexwendina giştî a mamostayan, îro 1’ê gulanê, mulimên Kurdistan û Îranê bi kombûn ber deriyê îdareyên Perwerde û Hînkirinê yên seranserê wî welatî, dê nerazî bûna xwe hember sîstema hînkirin û rewşa xirab a jiyanê bidin nîşan dan û bi hev re bibin piştevan.

Naveroka daxuyaniya zindaniyên siyasî ên Recayîşehr a Kerecê ku gehiye berdest ajansa Kurdpa bi wî awayî ye:

Hemwelatiyên hêja
14’ê şibatê detpêkek bû da zordestî û desthilata zalimane ya hakimên Îranê bi taybet di çend salên dawiyê de bikeve ber behs û nîqaşan û herwiha neyê Sergirtî kirin. Bi xweşî ve! vê bangkirina bo xwepêşandanê hêviyên bi tevger û xwe livandinê kêmekî vejandin; niha her roj ber hejmara neraziayan û greva welatiyên jêr zordariyê zêde dibin û gihîştiyê vê astê da biryar bê dayîn mamosteyên sereranserê Îranê xwepêşandanekî lidar bixin.

Her roj nakokiyên navbera çînên cihê reng li civakê ber bi zê de bûnê ve diçin ku tenê rêya rizgar bûn ji wan arîşeyên wek; hejarî, bêkarî, fesad û gendeliya hemû aliyane ya hikûmetê û civakê, lidarxistina xwepêşandanên sivîlane û demokratîk e. ji ber vê! derfetan ji det nedin ; niha baş tirîn dem bo girtina wêneyan e, herwiha destekkirina wan nerazî bûna baştirîn kar û xwebat e.

Bijî Îran
Xalid Herdanî, Efşîn Hîrtiyan, Şahrox Zemanî û Hişmetulah Tîrzidî