Destê kedkarek bi sedema nebûna xizmetguzariya veguhastin bo nexweşxaneyê hate qutkirin

16:48 - 2 Adar 2022

Berpirsa şêwrayê bajarê Tikabê di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniyên hikûmetê, bas ji qutkirina destê kedkarekî xelkê wî bajarî kir ku bi sedema nebûna xizmetguzarî bona veguhastina wî bo nexweşxaneyê ku bibû sedema vernegirtina wî li nexweşxaneyên bajarên Urmiyê û Zencanê.

“Roqeye Beratî” yê ragihand: “Roja Çarşemî 4`ê Reşemê, yek ji kedkarên şaredariyê yê kargeha asfalta Tikabê, rastî bûyera ser kar hatiye û di wê bûyerê de destê navbirî hatiye qutkirin”.

Wê berpirsa şêwrayê bajarê Tikabê ragihand: “Zenda wî kedkarî di dema karkirinê de qut bibû û nexweşxaneya bajarê Tikabê bi sedema nebûna îmkanatan nekarî ti çareseriyek pizîşkî bo wî bike, hewce bû ku heta 6 demjimêran destê wî kedkarî hatiba neştegerî kirin û destê wî bihatiba peywend kirin”.

Herwisa “Roqeye Beratî” dibêje: “Bi sedema nestandardbûn û nebûna îmkanatan navendên dermanî yên bajarê Tikabê me hewl da ku wî kedkarî li nexweşxaneya bajarê Urmiyê bê vergirtin, lê nexweşxaneya bajarê Urmiyê ji vergirtina wî kedkarî xwe parast.

Herwisa berpirsa şêwrayê bajarê Tikabê li wê derheqê got: “Tevî vernegirtina wî kedkarî ji aliyê nexweşxaneya bajarê Urmiyê, em neçar man daxwaza alîkariya wekî balafirê bo veguhastina wî kedkarî bo nexweşxaneya bajarê Zencanê bikin, lê wan jî ragihand, em nikarîn firokê bo bişînin ber wê ku ew bafir li demjimêr 3`ê paşnîvro vedigere”. 

“Roqeye Beratî” di dawî de ragihand: “Demjimêr 4 û nîvê paşnîvero, li ser rizamendiya malbata wî kedkarî, bo nexweşxaneya bajarê Tehranê hate veguhastin û li nexweşxaneya Şoheda ya bajarê Tehranê destê wî kedkarî hate qutkirin.