Destbiserkirina Berfireh Ya Welatiyên Bajarê Mehabadê

13:00 - 21 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li heyamnê çend rojên derbazbûyî de jimareyek ji welatiyên bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên Îtilaata hikûmeta Îranê ve hatin destbiserkirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajsana Kurdpa li Mehabadê, li çend rojên derbazbûyî ve heta niha nêzîk bi 17 kes ji aliyê dezgehên Îtilaata Îranê ve li bajarê Mehabadê de hatine girtin.

Heta belavbûna vê nûçeyî tu zaniyarek derbarê sedema girtin û cihê ragirtina wan 17 kesan ne diyar e.

Li gor serjimêriya Ajansa Kurdpa li heyamê sê mehên derbazbûyî de 86 kes ji welatiyên Kurd li bajarên Kurdakincî yên Îranê de hatine destbiserkirin.