Dest bi ser 25 heb hespên kasbikarên Kurd hate girtin

15:49 - 22 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran, dest bi ser 25 heb hespên kasbikarên xelkên bajarê Şinoyê giritin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 31`ê Cozerdana 1398`an, hêzên Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, li cihê bi navê Mendan dest bi ser 25 heb hespên kasbikarên bajarê Şinoyê giritiye û ev digel xwe birine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên Spaha Pasdaran piştî êrîşkirina bo ser kasbikarên wî bajarî, hespên van ku baran vediguhezin dest bi ser de giritine.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Hêzên Spaha Pasdaran ji bo radestkirina hespên kasbikaran daxwaza pereke zef ji kasbikaran kirine, û hekî wê pereyî nedin hêzên Spaha Pasdaran wê hespên van bifroşin.

Her sal hêzên înitzamî yên hikûmeta Îranê, tevî destbiserde giritina hespên kasbikaran, tev tişt û alavên ku digel van bûne, dest biser de giritine, û li gorî xala 1 ya madeya 2, ya yasaya bingehîn, hekî bihaya tiştên ku bi awayên qaçax bo hûndir hatine, kêmtir ji Yek milyon Tûmenî be, tawan nayê hesabkirin û di pirraniya deman de jî, bihaya tiştên ku ji aliyê kasbikaran ve û bi awayên qaçax bo hûndirî welat hatine kêmitir ji Yek milyon Tûmenî bûne.