Derxistina hukmê darvekirinê bo 3 çalakvanê siyasî

20:35 - 11 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê, 3 welatiyên kurd ên Mehabadî ku li zindana Urmiyê dimîn in, bi darvekirinê mehkûm kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sabir Şêxebdullahî (28) –Çalakvanê xwendekarî yê Kurd li zanîngeha Elamê Tebatebayî a Tehranê û du zindaniyên din yên siyasî ên Kurd, bi navên Diyako Resûlzade (23) û Husên Usmanî temen 50, ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bi îdamkirinê hatin e mehkûm kirin.

Ew 3 hemwelatiyên Kurd bi tometa bikaranîna bombeyan û endambûn li partiyeke opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê, bi darvekirinê hatin mehkûm kirin.

Wezareta Îtilaat a Îranê ew 3 kesane bi tometa bikaranîna bombeya teqîner; bihara sala 2014`an li Mehabadê û endambûna li partiyeke dijberê hikûmeta Îslamiya Îranê, bi îdam kirinê hatine mehkûm kirin.

\"25907.jpg\"
Sabir Şêxebdullahî xwendekarê Kurd yê mehkûm bi darvekirnê
Mehkûm kirina wan ciwanê kurd bi îdam kirinê di demekê de ye ku yek ji hevzanîngehê Sabir, peyamnêrê Kurdpa re gotiye: Doseya Wî çalakvanê kurd ku li navendeke ewlekariya hikûmeta Îranê de bin çavdêriya Heyder Nuslihî- Wezîrê berê yê wezareta Îtikaata Îranê de ye, bi têkilî ligel teqîna Mehabadê tawanbar kiriye. Bi gotina çavkaniyên agah: Sabir Şêxebdullhî tu elaqe û peywendiyek bi wê bûyerê re nebûye.

Malbatên wan 3 hemwelatiyên Kurd ên zindanî ragihandin: Mirovên wan yên girtî di demên binçavkirnê de, bi vê sedemê ku li ekranê televizyonên hundurê welat, bi tometa xwe mokir nehatin e, ji aliyê karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, ketine bin eşkenceyên dijwar ên fîzîkî û rûhî de.