Derxistina 64 xwendekarên Îranî li zanîngehên Norwecê

14:26 - 16 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bilindtirîn navenda Ewlekarî a Norwec , zanîngehên Dewleta Îranê bi şandanin xwendekaran bo zanistgehên Ewropa bi hedefên sîxorî (casaûsî), tawanbar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, polîsê Ewlekar yê Norwejê bi awayekî fermî ragihand ku xwendekarên Îranî li navendên zanistî yên welatê Norwecê mijûlî hînbûna şêweyên berhemanîna çekên navokî ne.

Ew tawan bi aşkere ji aliyê “PST” Navenda Berpirsa Peywendiyên giştî yên polîsê Norwecê we hat îlan kirin.

Rojnameya “Aftin Pustin”ji zarê berpirsekî Îstixbarat (îtilaat)a Norwecê ragihand: Zanîngehê Îranê bi alîkariya Dewletê û bi awayekî sîstematîk, bawenameyên sexte (medarikên qulabî) bo xwendekaran çê dikin.

Torên medyayî ên Norwejê jî derxistina 64 xwendekarên Îranî, di pileyên master (foq lîsans) û doktorî li zanîngehên welatê navborî piştrast kirin û wiha pêdeçûn: Bi sedema bi guman bûn ji reftar û hereketên xwendekaran, herwiha çalakiyên bi guman yên wan li rîşeyên wêneyî(riştê tehsîlî) ên wek Fîzîk a navokî, elektironîk, metalojî û mikanîk, bûne sedema derkirina xwendekarên Îranî li zanîngehên Ewropayî.

Niha nêzî 300 xwendekarên Îranî li zanîngehên welatê Norwejê mijûlî xwendinê ne.

Pêştir (carek sala 2008`an û careke din jî beriya niha bi 2 salan) welatê Hulenda jî , yasayên teybet li ser sînordar kirina xwendina welatiyên Îranî li wî welatî kifş kirbûn.