Derketina bav û dayîka “Ramîn Husênpenahî”, ji Îranê hatiye qedexekirin

18:49 - 27 Nîsan 2021

Derketina Mihemed Husênpenahî û Şerafet Zerînî (Daye Şerîfe), bav û dayîka  girtiyê siyasî yê îdamkirî, “Ramîn Husênpenahî” ji Îranê, li ser biryara Wezareya Îtila`atê, hatine qedexekirin.

çalakvanê mafê mirov û birayê “Ramîn Husênpenahî”, yê bi navê “Emced Husênpenahî” li wê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê ragihandiye: “Wezareta Îtila`atê ne bi tenê pasporta dayîk û bavê min, ku 1sale zewt kirine, belkû derketina dayîk û bavê min ji Îranê bo heyama 5 salan qedexekirine”.

Herwisa navbirî got: “Roja derbasbûyî, dayîk û bavê min bo vergirtina pasportên xwe serdana navenda peywendîder kiribûn lê bi wan re gotine ku, li ser biryara Îtila`ata bajarê Sineyê, ne bi tenê pasportên we bi we re nadin, belkû li biryarekî nû de, derkevtin we bo heyama 5 salan ji welat hatiye qedexekirin.

Sala derbasbûyî pasporta dayîk û bavê “Ramîn Husênpenahî” li ser biryara îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê,hatibûne zewtkirin.

Roja Şemî 17`ê Xermanana sala 1397`an, “Ramîn Husênpenahî” digel “Luqman û Zaniyar Muradî”, li girtîgeha Recayî şehr a bajarê Kerecê de, hatine îdamkirin û heya niha cihê bi axê spartina termên wan nexuya ye.