Deriya Talibanî bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin

16:38 - 14 Şibat 2021

Roja Şemî 18ê Rêbendanê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Deriya Talibanî” keça Ebas piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatiye veguhastin.

Ew welatiya xelka bajarê Mihabadê roja Şemî 20ê Befranbarê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser Deriya Talibanî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.