Deriya Talibanî bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin

17:55 - 16 Şibat 2021

Roja Duşemî 27ê Rêbendanê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Deriya Talibanî” keça Ebas bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin.  

Ew welatiya Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin.

“Deriya Talibanî” roja Şemî 18ê Rêbendanê, piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Ew welatiya xelka bajarê Mihabadê roja Şemî 20ê Befranbarê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.