Derhênerekî sînemayê: Sînema kêrî Komara Îslamî nahêt

19:26 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: malpera “Dîgerban” ji zarê yek ji sînemakarên mohafizekar we da xuya kirin ku, fesad û gendelî vê gavê di sînemaya Îranê de 6 caran zêdetir ji destpêka serdemê şoreşê ye, lewma sînema kêrî Komara Îslamî nahêt.
Fereculah Selehşûr gotye ku: Sînema çalakiyên birayên rezmende, Feqîh û Hizbulahê pûç kirye û fesad û jirêderketin tevahiya sînemayê bi xwe ve girtye û ew hêzûn olî jî ku ketine warê sînemayê nekarîne tu tiştekê bikin.
Ew xebatkarê warê sînemayê jî dibêje ku 97 li sedî a berhemên sînemaya Îranê rê û rêçikên şaş û bêexlaqî bi xwe ve girtine.
Navbirî got, sînema kafer e, bê dînî xîmê sînemayê ye, “omanîzm” û “materyalîzm” û cîhanxwazî bingeha sînemaya îro a Îranê ye. Her lewma Hikûmeta Îslamî a Îranê diviya baweriyê bi vê yekê bîne ku sînema kêrî wan nahêt, jiberku sînema ne sînemaya Îslamî ye.
Ew gotinên Silehşûr di demekê de ye ku piraniya berhemên sînemayî û şanoyî yên Îranê naverokek olî heye û di salê de hezîneyek zaf jî di wî warî de tê xerc kirin. Dawiya heyva Xermanan a Îsal 6 çelengvanên sînemayî û dêkomênterên Îranî bi sûça hewkarî tevî erkana BBC hatin binçav kirin û nihajî di hepsîxaneyê de ne.
Girtina ew xebatkarên warê sînemayê rexne û rengwedanek zaf a derekî û hundrî pêre bû.