Derhênerek Kurd li Tehranê, Xelata Yekem a Fistîvala navxwe û derve bidest anî

14:11 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Kurte Fîlma derhênerê Kurd li Tehranê, xelat yekem a fistîvala neteweyî û navneteweyî wergirt.

Nûçegihaniyên Îranî bilav kirin, kurte fîlma “Çîden Sipîde dem”(Jêkirina ber bi Sibêdê) li nivîsîn û derhênana “Têymûr Qadirî” xelata heftimîn a fistîvala neteweyî û navneteweyî a “Pervîn Êtisamî” bidest anî.

Ev kurte fîlma ku li heyamê 15’deqeyan hatiye çêkirin û serpêhatiya zarokek gundî ku jibo peyda kirina hewalê xwe rûbirûyê gelek k arîşe û pirsgirêkan dibe.

Fîlm hilgirtina berhema han ji ustoyê “Saman Husên Pûr” û her wiha “Metîn Êbadî”, “Eta Qadirî” û “Qanie Qadirî” wek ekter di fîlmê de listine.

Kurte fîlma han berêjî 9’xelatên navxweyî û derveyî bi dest xistibûn.

Têymûr Qadirî di sala 1991’an li bajarê Kamiyaran a Kurdistana Îranê jidayîk bûye û xwendina xwe li ser çêkirin û nivîsandina fîlmnameyan li zanîngeha “Darelfinun”tewav kiriye.