Der kirina 23 karker ji şareka “îndûstirîk”( Senetî)a Sinê

23:33 - 10 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: prosa der kirina karkeran ji cê berev anînê li herêmên Kurdistaniyên Îran didome.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, kargeha berev anîna “ Bazerganiyê Edîb ê Kurdistan” li despêka sala 1392 heya niha 23 kes ji karkerên xwe ji kar, bêkar kirine.

Hindik ji wan karkeran pêşîna karên wan hebûn û li şareka îndûsttrika jimare 1a Sinê ser karê xwe dixebitîn.

\"15929.jpg\"
Niha ev kargeha bi 7 karkeran kar dike û gorekî zanînên komîta hawdengî, ew karkerane bi neçarî karê wan 23 karkerên der kirî ustûyê xwe girtine û heqdesta wan jî çi guhirînik nekiriye.

Kargeha berev anîna bazerganiya Edîba Kurdistan li sala 1370 de hatiye damezirandin û tiştên bina sazî û werzigariyê tîne berevê.

Nebûna birêberiya pê kirî, kêmiya hêza kar, peymanên katî, bilind bûna asta qîmeta erz û baykotên naw-netewî, ji giringtirîn sedemên bilind bûna alozî li qadên kar û xizmetkariyê li Îramê tên hisêb û ew arîşe li herêmên pişt guh havêtî bi taybet li Kurdistan zêdetir xwe der dixe.

Gorekî statîstîkên fermî, hukmê derxistina 36,000 karker li midê îsal de li dezgehên dadeweriyê û senterên girêdayî bi dezgehên dadeweriya hukûmeta Îran, erênî kirine.