Demîrtaş:Divê Efserê Polîsê Lîce dest ji kar bikşîne

15:15 - 30 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa:Jiber xwenîşandana duhî ya li bajaroka Lîce ya bajarê Amed li Bakurê Kurdistan`ê ku têde welatiyek hat kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne , BDP û çend rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê îro li Qada Teqsîm ya bajarê Stenbol`ê çalakiyek encamdan.

Îro (29.06.2013. Şemî) Rojnameya Watan ya Turkî belav kiriye ku, ji ber xwenîşandana duhî ya li bajaroka Lîce ku têde welatiyek hat kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne, çend rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistan`ê li Qada Teqsîm ya bajarê Stenbol`ê çalakiyek encamdan û polîs jî bo parastina asayîşa wê qadê ketin amadebaşiyê.

Çalakî bi amadebûna Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û partiyên din yên Bakurê Kurdistan`ê birêve çû hevdem parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)  Sirî Suriye Onder ku di nava xwenîşandanê de bû ragihand ku, ew kesên ku bi mebesta aştiyê hatine çênabe bi tu awayî rû bi rûyê polîsan bibin.

Hevdem Hebserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê bûyera duh ya bajarê Amed`ê di daxuyaniyekê de bo kenala NTV ya Turkî sersaxî jibo malbatên qurbaniyên duh Medenî Yildirm xwest û ragihand ku ger baweriya dewletê bi xwenîşandanan heye, divê  fermandeyê polîsê Lîce dest ji kar bikşîne.

Jiber hewla nûkirina binkeyeke polîs, duh nêzî 200 welatiyên akincîyên gundê Kayacik ya li bajaroka Lîce ya ser bi bajarê Amed`ê ve xwenîşandanek encam dan û piştre xwenîşanderan û bi Kevir û bombeyên Molotof hêriş kirin ser wê binkeyê, lihemberî wê hêzên Artêşa Turkiyê bi destdirêjiya gule û gaza rundikrêjê bersiva xwenîşanderan da û di encam de welatiyekî canê xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Xendan