Dedgehî kirina 8 xebatkarên çandî û siyasiyên ji şarê Pawê

18:52 - 27 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 8 kes ji xebatkarên Kurd ji xelkê şarê “Pawe”a ser bi parêzgeha Kirmanşan, ji aliyê dadgeha inqilaba vî şarî de hatin dadgehî kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Sêşem, 5ê Sermawez, 8 xebatkarên çandî û siyasiyên Kurd ji xelkê şarê Pawê ku li heyva Reşema sala borî de ji aliyê hêzên ewlehiya sipaha pasdaran de hatin girtin û paşî bi danîna barmite bi forma demî hatibûn berdanê, bo cara 2ê rûberûyê dadgehê bûn.

Navên wan 8 kesan” Moitesem Şafiî, Qanêi hatemî, Mohemmed Nigarî, Babek Ebbasî, Cehanbexş Ehmedî, Goram Mehmûdî, Aras Hatemî û Pêdram Qadiriyan” hatine ragihandinê ku despêka heyva Xakelêwa îsal de bi girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşanê raguhastine û paşî jî bi danîna barmitê, berdan.

Serekanik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, ev 8 xebatkarên Kurd ku bi tawana xebat li torên sosyal de hatine dadgehî kirinê, biryare ku dadgeha inqilaba şarê Pawê li midê heftiyik de hukmên wan pêre rabigihîne.

Ev xebatkarane li doma prosa girtina xebatkarên çandî û jornalîstiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de li heyva reşema sala borî de hatin girtin ku midê vê heyvê de 22 xebatkarên siyasî û çandiyên Kurd li şarê pawê tûşî girtinê bûne.