Dayîka du zarokn li bajarê Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî
18:08 - 7 Gulan 2022
Roja Înê 16`ê Banemerê, jineke xelka bajarê Merîwanê a bi navê “Gulnar Himetî” temen 35 salî û keça Hadî, bi sedema pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew jina ciwan bi sedema hindê ku mêrê wê jina duhemê bi ser w; de aniye, xwe kuştiye.
Çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê herwisa ragihandiye “Gulnar Himetî” ji rêya xwe lidar vekirin ve, dawî bi jiyana xwe anî ye.
Wê çavkaniyê herwisa got: Ev bûyere li taxa “Hacînecîm” a bajarê Merîwanê qewimî ye.
Karnas li wî warî de dibêjin, %70 xwekujiyan peywendî bi jiyana hevbeş û pirsgirêka malbatî ve hene.