Dayîk û kurek bi sedema teqeya hêzên Întizamî hatine kuştin

18:10 - 14 Adar 2022

Roja Yekşemî 22`ê Reşemê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Pûrya Rizayî” temen 24 sal û “Sûret Seyadî” (dayîk û kur) xelkê gundê “Kamran Rehman” ê girêdayê bajarê Dalaho yê girêdayê parêzgeha Kirmaşanê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî hatine kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Întizamî bi bê agehdarkirina berê maşîna welatiyek bi navê “Arman Muradî” dabûne ber desdrêjiya gulleyan û ew dayîk û kure ku rêvîngên wê maşînê bûn her duyan canê xwe ji dest dan.

Herwisa ew çavkaniye dêje; Hêzên Întizamî ew du welatiyên Kurd li cihek bi navê “Mile Serane” li pişt “Bavayadigar” dane ber desdrêjiya gulleyan.

Wê çavkaniyê herwisa ragihandiye “Pûrya Rizayî” digel dayîka xwe bo ziyareta “Bavayadigar” çûbûn û Pûrya nêzî 40 gulleyên hêzên Întizamî ber kevtibû.

wê çavkaniyê eve jî xiste ber bas, herwisa “Sûret Seyadî” ji pişt ve gulleyek ber kevtibû û termê wê dayîk û kurê bo serdxaneya nexweşxaneya bajarê Serpêla Zehaw hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema teqeya hêzên Întizamî ji wan du welatiyan ti zanyariyek ber dest nîne.