Daxwazkirina barimteya 3 milyard Tumenî bo azadkirina “So`ida Xedîrzade”

17:36 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Taya 3 a Dadgeha Cezayê ya taya 1 ya li bajarê “Mehabad”ê bo azadkirina demkî ya “So`ida Xedîrzade” girtiya siyasiya Kurd ya xelkê bajarê “Pîranşar”ê brimteya 3 milyard Tumenî diyar kiriye.

Pêka çavkaniyek agehdar malbata wê girtiya siyasî heta niha nekarîne wê barimteya daxwaz kirî ya ji aliyê taya 3ê a dadgeha Cezayê ya 1 li bajarê “Mehabad”ê cîbicî bikin.

Herwisa çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku, rewşa “So`ida Xedîrzade” piştî zarokbûnê nebaşe û heta niha berpirsên girtîgehê ti hewlek bo pêragehîştin bi rewşa wê girtiya siyasî û zaroka wê encam nedane.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Bi sedema nebaşbûna rewşa girtîgehê û nebûna îmkanatên hewce, “So`ida Xedîrzade” digel kêmbûna şîr bo mêjandina zarokê xwe rûbirû ye.”

“So`ida Xedîrzade” girtiya siyasî ya Kurd, ya xelkê bajarê “Pîranşar”ê ku roja Duşemî 30ê Cozerdanê di yek ji nexweşxaneyên bajarê “Urmiyê” zaroka xwe aniye dinê, rojek piştî neştergeriya “Cesarean section”ê roja Sêşemî 31ê Cozerdanê, bo girtîgeha bajarê “Urmiyê” hat zivirandin.

tomarkirina karûbarên îdarî û çêkirina nasnameyê bo keça“So`ida”yê,  dimîne bo piştî azadkirina wê ji girtîgehê.”

Berpirsên girtîgeha “Urmiyê” malbata “So`ida Xedîrzade” ji zayîna wê agehdar nekiribûn û heta agehdar nebûn ku li kîjan nexweşxaneyê de neştergerî bo hatiye encamdan, ku yek ji endamên malbata wê bikare digel de be, berpirsên girtîgehê jinek girtî digel wê bo neşxwexaneyê şandibûn.

Tevî nebaşbûna rewşa pêgiraniya “So`ida Xedîrzade” ku tîmên pizîşkî behs jê kirine, daxwazkariya navbirî bo azadkirina demkî digel dijayetiya dozgeriya bajarê “Mehabad”ê rûbirû bûye, dozgerê bajarê “Mehabad”ê daxwaza barimeteyek giran bo azadkirina wê jina siyasî kiribû ku malbata wê şiyana dabînkirina wê barimteyê nîne.

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê “So`ida Xedîrzade” xelkê bajarê “Pîranşar”ê  bi nîşaneya nerizayetî û zelelnebûna qedera xwe li girtîgehê, dest avêtibû gireva dermanî û birçîbûnê.

Saziya Lêborîna Navnetewî bi bertek nîşandana li derheq rewşa tenduristiya “So`ida Xedîrzade” ragihand: “Binçavkirina “So`ida Xedîrzade” digel pêverên dadresiya dadperwerane dijayetî heye û li dîtingeha yasaya navnetewî, ew kriyar xweserane tê hesibandin.

Berê, ew welatiya di du nemeyan de, ji dozgerê Pîranşarê daxwaza azadkirina demkî bi danîna barimteyê kiribû, lê dozger û lêpirsê dosiyeya wê jinê, digel wê daxwazê dijayetî kiribûn.

“So`ida Xedîrzade” di wê daxwazê de ragihandibû, ku niha li rewşek nebaş a girtîgehê de ye û bi sedema ducanbûn, givaşaxwînê, jana gurçîle û dîska piştê û nexweşiya hinavê, man di girtîgehê de jiyana wê xistiye metirsiyê.

Roja Duşemî 17`ê Xezelwera sala 1400`an a Rojî, “So`ida Xedîrzade” ji girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Pênşemî 22`ê Rezbera sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî yên hikûmetê ew welatiya bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribû.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî navbirî hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nine.