Daxwazkariya dadresî ya Kamran Saxtimanger hate retkirin

17:18 - 22 Çirriya paşîn 2020

Roja Şemî 1ê Sermawezê, taya 11 a dîwana bilind a welat, daxwazkariya dadresî ya “Kamran Saxtimanger”, çalakvanê kedkarî yê Kurd û xelkê bajarê Sineyê ret kiriye.

Ew çalakvanê kedkarî di vê derheqê de di peyamekê de ragihandiye: “Roja Şemî 1ê Sermaweza sala 1399an, ji rêya “Samaneya Sina” ve bo min hatiye, ku daxwazkariya dadresî ya min (Kamran Saxtimanger) ji derheq tohmeta bê binema ya endambûn digel Komele û çalakiyên piropagende li dijî nîzamê li taya 11 a dîwana bilin ya welat, bi bê ti ronkirinekê hatiye retkirin.

Rêketa 7ê Rezberê, ew çalakvanê kedkarî bo derbaskirina heyama hepsa xwe, bo taya 4 ya berêveberiya tawanên keyferî ya bajarê Sineyê hatibû gazîkirin.

Taya 4 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Mistefa Teyarî” cezaya hepsa “Kamran Saxtimanger” ku bi 6 sal hepsa teizîrî hatibû cezadan, piştrast kiribû.

Dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê, bi retkirina pêdaçûna dadgehiya wî çalakvanê kedkarî, bi piştgirêdan bi madeya 455 a yasaya olî a dadresiya keyferî, dadnameya pêdaçûnê piştrast kiribû.

Rêkevta 28ê Xezelwera sala 1398an, ew çalakvanê kedkarî ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş bi serokayetiya dadwer “Husên Seidî”, ew welatiye bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa teizîrî û bi tohmeta “piropagende dijî nizam”ê bi salek heps bi hejmarkirina hayama berê ya hepsa wî hate cezadan.

Ew çalakvanê kedkarî roja Pêncşemî, 14ê Xermanana îsal, ji çalakiyên wî li derheq piştîvanîkirin ji mafê kedkaran, li baxê Seyîd “Elî Husênî”, çalakvanekî din ê kedkarî, li yek ji gundên derdora bajarê Seqizê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaat ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew çalakvanê kedkarî, roja Çarşemî 6ê Sermawezê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî ji girtîgeha bajarê Sineyê de hatibû azadkirin.