Daxwaza azadkirina bê şert û merc a girtiyê siyasî yê Kurd hate retkirin

20:46 - 15 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Taya du ya dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, daxwaza azadkirina bê şert û merc, ya girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha navendî ya wî bajarî de, ret kir.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 23`ê Xezelwera 1397`an (13`ê Çiriya Paşîn), daxwaza adazkirina bê şert û merc, ya girtiyê siyasî yê Kurd yê di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, yê bi navê Azad Mihemedî, ji aliyê taya du a dadgeha Şoreş ya wî bajarî ve, bi dadweriya Şêxlo hate retkirin.

Dana vê biryarê ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê di demekê de ye ku, berê ev daxwaza azadkirina wî girtiyê siyasî yê Kurd, ji aliyê berpris û dadwer ve, hatibû pesendkirin.

Malpera “HRANA”yê, derheq rewşa wî girtiyê siyasî yê Kurd de wiha nivîsiye: “Bi sebeba erêkirina ceza û nîşandana nerazîbûnê, ji aliyê Azad Mihemedî, 15 meh ji heyama hepsa wî hatibû kêmkirin, û carê 7 meh ji heyama hepsa wî mane”.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd sal 1394`an, bi tawana “Hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibû destbiserkirin, û piştî xwedîkirina sê mehan di girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran de, û bi bê destpêragihîştina bi parêzer, bi 5 sal hepsa te`izîrî hatibû cazadan.