Daxwaz ji Xamineî binçav kirina 3 xwendekarên kurd bi pey xwe hişt

18:42 - 3 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê li Tehranê, 3 keçên Kurd ên xwendekar ku ligel 18 kesên din, beriya niha bi 2 hefteyan, bi nivîsîna nameyekî bi Elî Xamineî ( li ser mafên jinên girtî), ew binçav kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Şîlan û Kewser Rehmanî pûr, xelkên bajarê Bokan a rojhilatê Kurdistanê û Çinûr Ebasî rûniştiya Sine a kurdistana Îranê, ji wan kesên binçav kirî ji aliyê hêzên ewlekarî ên Tehranê tên bi nav kirin.

Bi gotina çavkaniyên agah, ew xwendekarane bi bêy zaniyariyên ragihandî û hebûna moleteke yasayî, hatine binçav kirin. Her wisa xizmekî nêz bi yek ji wan girtiyan ragihand ku ew kesane bi bêy ku mohleteke yasayî liser mehkûm kirina wan kesane hebe, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatine binçav kirin.

Peyamnêrê Kurdpa di dirêjeya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku roja pêncşemî 1’ê çileya paşîn(January) a 2015’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, di cihê vehewîna xwendekaran de binçav kirin û alavên şerxsî yên wan ji ligel xwe birin.

Ew 3 xwendekarên hatinî girtin, beriya niha bi 2 hefteyan, ligel 18 çalakvanên sivîl û mefên mirovan ên Kurd, bi nivîsîna nameyekî bi Elî Xamineî û komisiyona esla 90, rewşa xirab a çalakvanên siyasî ên jin, eşkere kiribûn.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, tu zaniyariyek ji şûna xwedî kirin û çarenivîsa wan 3 xwendekaran, nehatiye zelal kirin.

Xizmekî ji kesên girtî, dilgiraniya malbat û kes û karên wan, ajansa kurdpa re eşkere kir.